Şêx Cefer: DAIŞê bi awayekî cuda xwe rêkxistin kiriye
Îro,Şêx Cefer Şêx Mistefa seredana hêza Pêşmerge kir li Germiyanê û di hevpeyvîneke taybet de bo Kurdistan24 ragihand: “Tevgera DAIŞê zêde bûye û di rêz Pêşmerge de jî me çend şehîd û birîndar hene.”
Şîx Cefer got: “Me seredana mîhwera yek û dû ya Xurmatû kir û pêdivîyên wan dê dabîn bikîn, daku bikarin rêgirîyê ji wan hêrişan bikin.”
Herwiha Şêx Cefer amaje bi wê yekê jî da, DAIŞ, niha şerê partîzanîyê dike û xwe rêkxistîye û sûd ji wê valahîyê wergirtîye ku di navbera hêza Pêşmerge û supayê Iraqê de heye.
Şêx Cefer aşkera jî kir, gelek dever hêj li jêr destê DAIŞê de ne û bi awayeka partîzanî çalakîyan têde encam dide.
Basnews
