Pirtûka Franz Kafka bi Kurdî hat weşandin
Pirtûka nivîskarê navdar Franz Kafka ya bi navê “Das Schloss” ku di sala 1926an de bi zimanê Almanî belav kiriye, ji aliyê nivîskar û wergerê Kurd, Fatih Aydin ve bo ser zimanê Kurdî hat wergerandin.
Pirtûka “Das Schloss” ku bi Kurdî tê wateya “Keleh”ê, ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hatiye çapkirin û weşandin.
Pirtûka Kurdî ya “Das Schloss” a Franz Kafka ku bi navê wê yê Kurdî “Keleh” hatiye çapkirin, ji 352 rûpelan pêk tê.
Di pirtûkê de behsa çîroka qehremanekî bi navê “K” dike ku li gundekî dijî û li hember desthilatdariyên veşartî yên ku ji Kelehekê ve gund birêve dibin, têkoşînê dike.
Franz Kafka sala 1883 li bajarê Prag a paytexta Çekyayê hatiye dinyayê û di sala 1924an de li Nemsayê koça dawiyê kiriye.
Franz Kafka wek yek ji nivîskar û edîbên navdar ên sedsala 20an tê naskirin.
Rudaw
