Teqînek li Kerkûkê rûda
Li gor zanyarîyan, ew teqîn li nêzîk mizgefta Ebdullah bûye û otombêleka polîsan kirîye armanc.
Di vî warî de, çalakvanên torên civakî, bi rê ya Fêsbûkê ve behsa wê yekê kirîne, ku ew bomb li jêr tanka gaza miwelîdeyeke elikitrîkê teqîye û li nêzîk cihê rawestandina mefrezeyên polîsên tengavîyên Kerkûkê bûye.
Nûçegehanê Kurdistan24 li Kerkûkê ragehand, ku di encama wê teqînê de polîsek şehîd bûye.
Di rûpelea taybet bi nûçeyên Kerkûkê amaje bi wê yekê hatîye dan, polîsekê Kurd bi navê (Karwan Ûsman Yasîn birîndar bûye û zîyaneka maddî ya mezin jî bi cihê teqînê ketîye.
K24
