• Wednesday, 11 February 2026
logo

Wezîrê Pêşmerge peyameka sersaxiyê belav kir

Gulan Media December 5, 2019 Nûçe
Wezîrê Pêşmerge peyameka sersaxiyê belav kir
Wezîrê Pêşmerge, Şoriş Îsmaîl peyameka sersaxiyê ji malbatên pêşmergeyên ku di êrişa şeva borî de şehîd bûn, re şand.

Şeva borî çekdarên DAIŞê êrişî hêzên Pêşmerge yên li gundê Dekey Ebdulqadir Beg yê Xaneqînê kirin. Di wê êrişê de sê pêşmerge şehîd bûn û du pêşmerge jî birîndar bûn.

Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl bi wê helkeftê peyamek sersaxiyê ji malbatên şehîd û birîndaran re şand. Naveroka peyamê wiha ye:

“Bi navê Xudayê mezin û dilovan,

Malbatên bi rêz yên şehîdan (Loqman Necim, Mehmûd Mihemed Meirûf, Ziyad Xelîfe Sultan),

Mixabin careka din terorîstan û tarîperestan êrişî rojavayê Xaneqînê û devera Germiyan kirin. Di wê êrişa qirêj de xwastin xewna xwe ya pûç bicîh bînin lê hêzên mêrxas yên Pêşmerge demildest û bi tundî bersiva wan dan. Hêzên Pêşmerge karîn terorîstan nêçîr bikin û deverê biparêzin lê mixabin komek pêşmergeyên qehreman şehîd û birîndar bûn.

Ji ber wê jî em sersaxî û hevxemiya xwe digihînin malbatên wan şehîdan. Serê we bi wê yekê bilind e ku zarokên we bo parastina xaka Kurdistanê canê xwe ji dest dane.

Em her kesî piştrast dikin ku hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê her dem amade ne bo bersivdana her êrişeka terorîstî. Em têkest dikin ku xelk û xaka Kurdistanê parastî ye.

Ez ji yezdanê mezin daxwaz dikim şîfaya bi lez bide birîndaran û di şerê terorê de me serkeftî û serbilind bike.”

Basnews
Top