• Wednesday, 11 February 2026
logo

Pompeo û Netanyahu “şerxwaziya Îranê” gotûbêj kirin

Gulan Media December 5, 2019 Nûçe
Pompeo û Netanyahu “şerxwaziya Îranê” gotûbêj kirin
Serokwezîrê Îsraîlê û Wezîrê Derve yê Amerîkayê derbarê Îranê de civiyan û têkildarî “rola têkder a Îranê” li navçeyê gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo roja Çarşemê 4ê Kanûnê li Lîsbon a paytexta Portugalê civiyan.

Derbarê vê civînê de, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got, ew bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê re derbarê siyaseta Îranê li navçeyê û pêngavên ji bo fişarên li ser Tehranê de gotûbêjan dike.

Benjamin Netanyahu herwiha derbarê naveroka civîna xwe ya li gel Pompeo de ragihand: “Berî hemû tiştekî kêfxweş im ku careke din Wezîr Pompeo dibînim, yekem mijar ku em behs dikin Îran e. Mijara duyem jî her Îran. Herwiha mijara sêyem û ên din jî bi heman awayî dibin.”

Netanyahu da xuyakirin, ku Îran li ser siyaseta xwe ya şerxwaziyê berdewam e û got, di rewşeke wiha de ew kêfxweş in ku kesekî weke Donald Trump siyaseta fişarên li ser Îranê birêve dibe. Netanyahu wiha axivî: “Bi baweriya min em bi bext in ku Serok Trump rêberiya siyaseta guşarên ser Îranê dike. Niha ku em diaxifin, Îran jî heta îro li ser zêdekirina şerxwaziyên xwe li navçeyê berdewam e. Ew hewl didin navçeyeke wan li dijî me hebe, navçe bo Îranê be, Îran bi xwe, Sûriye, Lubnan, Xeze û Yemen. Em jî bi awayekî aktîv li dijî vê şerxwaziyê ne. Bi nerîna min hevahengiyên navbera Amerîka û Îsraîlê mifteya rûbirûbûna vê şerxwaziyê ne, ku bawer im xizmeta çendîn welat li navçeyê jî dike.”

Serokwezîrê Îsraîlê berî civînê jî ragihandibû, ku divê guşarên ser Komara Îslamî ya Îranê bên zêdekirin.

Dervarê hevdîtinê de, Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê, Morgan Ortagus ragihand, “Wezîr Pompeo û Serokwezîr Netanyahu derbarê rola têkder a Îranê li navçeyê, ewlehiya Îsraîlê û herwiha hevkariyên aborî di navbera welatên navçeyê de gotûbêj kirin.”

Morgan Ortagus diyar kir, herwiha di hevdîtinê de civîna Lûtke ya NATOyê ku li Lonodnê hat lidarxistin û herwiha zû vegeriyana Donald Trump ji serdana Brîtanyayê jî nirxandin.

Rudaw
Top