• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serdozgeriya Edirneyê: Kontrolên pêwîst bo Demîrtaş hatine kirin

Gulan Media December 5, 2019 Nûçe
Serdozgeriya Edirneyê: Kontrolên pêwîst bo Demîrtaş hatine kirin
Serdozgeriya Komarî ya Edirneyê derbarê rewşa tenduristiya Selahttin Demîrtaş de ragihand ku pişkinînên pêwîst hatine kirin û ti metrisiyeke cidî li ser jiyana wî nebûye.

Serdozgeriya Komarî ya Edirneyê derbarê rewşa tenduristiya hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahttin Demîrtaş de daxuyaniyek da û têde ragihand ku di 26ê Mijdarê de saet 05.30 Demîrtaş piştî nexweş dibe tîma bijîşkî derbasî odeya wî bûye û pişkinînên pêwîst kirine.

Di daxuyaniya Serdozgeriya Komarî ya Edirneyê wiha hate gotin: “Demîrtaş piştî nexweş dibe di demeke kurt de tîma bilez a 112 di saet 05.42 digihêje cihê wî. Ji pişkinîna bijîşkan ti encameke metirsîdar derneketiye. Demîrtaş bixwe nexwestiye ew bo nexweşxaneyê were veguhestin û li ser vê yekê tîma bijîşkî ji girtigehê derketiye.”

Li gor daxuyaniyê di heman rojê de bijîşkê girtîgehê tevî pişkînan rewşeke metirsîdar peyda nekiriye, lê dîsa veguhestina Demîrtaş bo nexweşxaneyê pêşniyar kiriye.

Herwiha hat gotin ku ji bo pişkinîna Demîrtaş qewl ligel Nexweşxaneya Fakulteya Tipa Zanîngeha Trakyayê hate danîn û proseya pêwîst hate diyarkirin.

Ev yek di demekê de ye ku xwîşka Demîrtaş, Aygul Demîrtaş ku di heman demê de parêzera wî ye jî di 2yê Kanûnê de ragihandibû ku birayê wê Selahedîn Demîrtaş roja 26ê Mijdarê, derdora demjimêr 05.30an ji ber sedemên bêhntengbûn û wernegirtina henaseyê, ji ser hişên xwe çûye û demeke dirêj bi wî awayî maye.

Piştre Şandeke HDPê ji bo şopandina rewşa tenduristiya Selahedîn Demîrtaş serdana girtîgeha Edîrneyê kir û li gel Demîrtaş civiya. HDPê eşkere kir, piştî hevdîtin li gel berpirsên girtîgeha Edîrneyê Selahedîn Demîrtaş bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.

Erol Katircioglu piştî civîna li gel Demîrtaş ragihandibû: “Bihêz û çalak bû. Em pêşiyê li gel Abdullah Zeydan civiyan. Wî got hefteya derbasbûyî bêhna Demîrtaş teng bû çendekê ji ser hişên xwe çû. Demîrtaş nexwestiye ev bûyer bê bihîstin.”

Rudaw
Top