• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Fransa greva giştî ya herî mezin di dîroka wî welatî de destpê kir

Gulan Media December 5, 2019 Nûçe
Li Fransa greva giştî ya herî mezin di dîroka wî welatî de destpê kir
Greva herî mezin a dîroka komara Fransa de destpê kir û hemû aliyên jiyanê li xwe digre.

Îro 05.12.2019ê şeqamên Fransayê hatine vala kirin û hemû amûr û wesayîtên veguhestina giştî yên wek Metro, Tramvay, trenên lez, veguhestina esmanî û deryayî li Fransayê hatin ragirtin.

Herwaha grev, li fermangehên polîs û ofîsa serekî ya polîs, karmendên tenduristiyê, cotyar û karkerên welat jî li xwe girt û ev wek greva herî mezin di dîroka Fransa de tê penase kirin.

Ev greva giştî li hember siyaseta darayî ya hikûmetê, bi taybet a derbarê mûçeyên fermanberan û malnişan e û awayê nerazîbûna hemwelatiyên Fransayê ye.

Basnews
Top