Mehmûd Osman: Aliyek pirsgirêkê bo rêkeftina Hewlêr û Bexda ava dike
Siyasetmedarê navdar ê kurd Dr. Mehmûd Osman ji BasNewsê re ragehand, dibe ku hin aliyên wek Dewleta Yasa li Parlamentoya Iraqê pirsgirêkê bo rêkeftina Hewlêr û Bexdayê derbarê budceyê de ava bikin.
Mehmûd Osman hêvî xwest ku ev projeyasaya budceya giştî ya Iraqê bo sala 2020ê li Parlamentoyê deng bîne û bê pejirandin.
Siyasetmedarê kurd dibêje, ji bo Iraqiya ya baş ew e rê nedin Amerîka û Îran destwerdanê derbarê destnîşan kirina wezîrê nû yê Iraqê de bike û got: ‘’Her demekî Amerîka li Iraqê hatibe ser xetê pirsgirêk derketine.’’
