• Wednesday, 11 February 2026
logo

Erdogan ji ber YPGê gef li NATO xwar!

Gulan Media December 3, 2019 Nûçe
Erdogan ji ber YPGê gef li NATO xwar!
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, eger NATO YPGê wek “rêxistineka terorîstî” qebûl neke ewê li dijî her cure pilanên NATO derkevin!

Îro li paytexta Brîtanya-Londonê, civîna welatên endamên NATO tê lidarxistin. Civîn dê sibê xilas bibe.

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan beriya ku berê xwe bide Londonê, gef li NATO xwar û ragihand, eger NATO YPGê wek rêxistineka terorîstî qebûl neke ewê li dijî her cure pilanên NATO derkevin.

Erdogan her wiha daxwaz ji NATO kir xwe nû bike.

Wezîrê berevaniya Amerîka, Mark Esper jî beriya niha gotibû, ew helwesta xwe li hember YPGê naguherînin û bawer nakin NATO jî biguherîne.

Basnews
Top