Efxanistanê kuştina 9 welatiyên xwe li Îranê piştrast kir
Berdevkê Wezareta Derve ya Efxanistanê ragihand, 9 kes ji welatityên wan ku li Îranê penaber bûne, di xwepêşadanên wê dawiyê de li wî welatî hatine kuştin.
Wî rayedarê Efxanistanê diyar kir, hikûmeta Îranê termên wan kesan nedane malbatên wan û ji ber wê yekê hikûmeta Îranê bi tundî rexne kir.
Wezareta Derve ya Efxanistanê da xuyakirin, berpirsên Îranê soz dane ku zanyariyên temam di wê derbarê de bidin Efxanistanê.
Beriya du heftiyan û piştî biryara hikûmeta Îranê ya ji bo girankirina 3 beramberî ya nirxê benzînê, li zêdetir ji 100 bajarên wî welatî xelk daketin cadeyan û xwepêşandanên nerazîbûnê saz kirin.
Hêzên ewlehiyê yên Îranê bi tundî û bi çek rûbirûyê xwepêşanderan bûn û gelek kes hatin kuştin û bi hezaran kes ji xwepêşanderan jî hatin girtin.
Rêxistina Lêborîna Navdewletî di raporta xwe ya sêyem de ragihandiye, ku li gor zanyariyên piştrastkirî yên ber destê wan, herî kêm 168 xwepêşander ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.
Rudaw
