• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel Konsulusê Îmaratê civiya

Gulan Media December 3, 2019 Nûçe
Serok Barzanî li gel Konsulusê Îmaratê civiya
dibêje Îmarat berdewam dibe li ser hevkarî kirina koçberan
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê Îmaratê yê li Hewlêrê Ehmed Elzahêrî kir.

Di civînê de Konsulusê Îmartê silavên Cinîşînê Ebû Zebî Şêx Mihemed bin Zayêd Elnehiyan gehande Serok Barzanî û bi awayekî kurt behsa hevkariyên welatê xwe yên bo koçber û penaberan li herêma Kurdistanê kir û got: Îmarat berdewam dibe li ser hevkarî kirina koçber û penaberan.

Di beşeke din ya vê hevdîtinê de behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Îmaratê, rewşa Îraq û deverê hate kirin.

Top