• Wednesday, 11 February 2026
logo

Kerkûk – Di 3 rûdanên cihê da 3 ciwan hatin kuştin

Gulan Media December 3, 2019 Nûçe
Kerkûk – Di 3 rûdanên cihê da 3 ciwan hatin kuştin
Di 3 rûdanên ciyawaz da li bajarê Kerkûkê 3 ciwan bi guleyan hatin kuştin.Hêzên emnî yên Kerkûkê kêmtirxem in û erkên xw bi cî naynin.

Peyamênêrê BasNewsê li Kerkûkê aşkere kir duhê êvarê roja 02/12/2019an, ciwanekî tirkmen bi navê (Cuneyd Yildirim) li cem nexweşxaneya nexweşiyên jinan û lidayikbûnê ji aliyê komek çekdar va bi gulleyan hat qetilkirin.

Herwiha peyamnêrê me aşkere kir ku îro roja sêşemê 03/12/2019an ciwankî 29 salî bi navê (Teha Mihemed Hebîb) ku ereb e ji aliyê komek çekdar va li ser rêya Kerkûk û Dûbizê bi guleyan hatiye kuştin.

Di hemen demê da îro roja sêşemê 03/12/2019an ciwanekî kurd ê bi navê (Mihemed Elî Şerîf) ku temenê wî 22 salî ye ji aliyê hin çekdarên nenas va li taxa Şorîce ya Kerkûkê bi fişekê hatiye kuştin.

Serokê Lîjneya Emnî li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Azad Cebarî ji BasNewsê ra got:"Hêzên emnî yên Kerkûkê kêmtirxemtir bûne û rewşa emnî ya bajêr jî baş nîne. Ew hêza hêzên emnî yên Iraqê jî nîne ku rewşa emnî li bajêr kontrol bike û ji ber wê yekê jî rûdanên wisa pêk tên. “

Basnews
Top