• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel şanda ENKS civiya

Gulan Media December 3, 2019 Nûçe
Serok Barzanî li gel şanda ENKS civiya
behsa hewldanên heyî yên bo guhertina demografiya Rojavayê Kurdistanê kirin
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke ENKS bi Serokatiya ENKSê Siûd Mele kir.

Di civînê de giftûgo li ser rewşa dawî ya siyasî û meydanî ya Sûriyeyê û rola welatên herêmî û cîhanî di nava rewşa Sûriyeyê de hate kirin.

Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî û şanda ENKS dilgiraniya xwe ya li hember hewldanên heyî yên bo guhertina demografiya deverên Kurdî, eşkence kirin û aware kirina welatiyên Kurd ji Rojavayê Kurdistanê diyar kirin.

Derbarê pêşeroja Sûriye, rewşa Kurdan li Sûriye û çawetiya rûbirûbûna metirsiyan û dabîn kirina mafên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê Serok Barzanî şîrtên pêwîst da şanda ENKS.
Top