• Wednesday, 11 February 2026
logo

Fermandeyê berê yê hêza dijîterora Iraqê bû kandîdê serokwezîrtiya Iraqê

Gulan Media December 3, 2019 Nûçe
Fermandeyê berê yê hêza dijîterora Iraqê bû kandîdê serokwezîrtiya Iraqê
Fermandeyê berê yê hêza dijîterora Iraqê bû namzedê posta serokwezîrtiya Iraqê.

Endamekî parlementoya Iraqê bi navê Henîn Qedo ji medyaya Iraqî re gotiye, yek ji kandîdên posta serokwezîrtiya Iraqê general Ebdulwehab Saidî ye.

Henîn Qedo daye zanîn, piraniya tifaq û firaksiyonên şîeyan piştevaniya wî generalî dikin.

General Ebdulwehab Saidî, fermandeyê hêza dijîterora Iraqê bû lê ji aliyê serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ve ji kar hatibû dûrxistin.

Parlementoya Iraqê roja 1 Kanûna îsal nameya dest ji kar berdana serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî qebûl kir.

Adil Ebdulmehdî roja 29 Mijdara îsal dest ji kar berda û îstifanameya xwe pêşkêşî parlementoya Iraqê kir.

Basnews
Top