• Wednesday, 11 February 2026
logo

KERKÛK – Li dijî 12 endamên Kurd ên encûmenê doz hat vekirin

Gulan Media December 2, 2019 Nûçe
KERKÛK – Li dijî 12 endamên Kurd ên encûmenê doz hat vekirin
Komîsyona Destpakiyê ya Iraqê bi tohmeta ku, ‘ziyan gihindine mal û milkê giştî’ derbarê 12 endamên Encûmena Bajarê Kerkûkê yên Kurd de, li dadgehê gilî tomar kir. Ew endamên Kurd ku derbarê wan de doz hatiye vekirin dibêjin, serkirdeyekî pilebilind ê YNKê ew gilî kirine.

Ofîsa Komîsyona Destpakiyê ya Iraqê li Kerkûkê, roja 18ê Mijdara 2019an li Dadgeha Kerkûkê derbarê 12 endamên Encûmana Bajarê Kerkûkê yên Kurd de, bi tohmeta ‘ziyan gihandine mal û milkê giştî’ li gor madeya 340 a Destûra Iraqê, dozek vekir. Ew endamên Kurd ên ku doz li ser wan hatiye vekirin di heman demê de endamên Lîsteya Birayetiyê ya partiyên Kurdistanî ne li Kerkûkê.

Piştî bûyerên 16ê Cotmehê endamên Kurd û Xirîstiyan bajar bicî hiştin

Serokê Encûmena Bajarê Kerkûkê Rêbwar Talebanî, ji Rûdawê re axivî û sedema vekirina dozê li ser wan endamên Kurd vegerande ser beşdarnebûna wan di civînên encûmenê de pişt bûyerên 16ê Cotmehê.

Rêbwar Talebanî dibêje, “Ji ber vê rewşê derbarê min de zêdetir ji 20 dozan hatin vekirin, lê di hemûyan jî mafdarbûna min hat îspatkirin.”

Piştî ku roja 16ê Cotmeha 2017an Haşdî Şabî û Artêşa Iraqê êriş kirin û Kerkûk dest danîn ser Kerkûkê, Encûmena Bajar ti caran bi amadebûna tevahiya endaman kom nebû.

Endamên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Partiya Yekgirtina Îslamî (Yekgirtu) û beşek ji endamên Xirîstiyan ku ew Kerkûk bicî hiştibûn, ragihandibûn heta ku Kerkûk di destê Heşda Şeibî de be ew venagerin wî bajarê Kurdistanê.

Serokê Lîsteya Birayetiyê Mihemed Kemal got ku li pişt vekirina dozê li dijî endamên Kurd, Parêzgarê Kerkûkê yê tayînkirî Rakan Cuburî û Berpirsê Teşkîlata YNKê li Kerkûkê Aso Mamend hene.

Tê xwestin li gor madeya 340ê bên darizandin

Kemal Mihemed derbarê vê rewşê de got, “Qaşo van endamên encûmenê tevkî ku mûçe wergirtine beşdarî civînan nebûne. Li ti cihên Iraqê, dewama endamên encûmenên parêzgehan ne weke ya fermanberên dewletê ye. Ew bi amadebûna di civînên encûmenê de berpirsyar in lê erêkirin û îmzeyên wan ne peywendîdar bi amadebûna wan a fizîkî.Tenê berpirsyar in ku bi awayekî rêk û pêk beşdarî civînan bibin. Li ser hev beşdarî du civînan jî nebin asayî ye û eger ev bibe sê bi awayekî nivîskî tên hişyarkirin.”

Kemal Mihemed tekez jî kir ku xelet e ew endmên Kurd li gor madeya 340 bên dadgehkirin ku ew made derbarê, ‘rûbirûbûna gendeliyê’ ye.

Li gor madeya 340 a destûra Iraqê eger kesek bi zanebûn û qestî ziyanê bigihîne mal û milkê giştî, bi 7 sal cezayê zîndanê tê dadgehkirin.

“Ew doz siyasî ye”

Elî Namik Xurşîd ku yek ji wan endamê Kurd doz derbarê wî de hatiye vekirin, ji Rûdawê re ragihand, “Doza ku derbarê me de hatiye vekirin, siyasî ye. Ji ber ku ew 12 endamên ku derbarê wan de doz hatiye vekirin, li hemberî hatina artêşa Iraqê û rakirina rêveberiya xwecihî li Kerkûkê, helwestên xwe nîşan dabûn. Wê demê jî me got, heta ku rewş li Kerkûkê asayî nebe, em venager in. Di vê mijarê de me jî doz vekiriye û ez derketim pêş dadgehê.”

Elî Kemal Xurşîd dibêje pêş rûdanên 16ê Cotmehê ew ji YNKê bûye endamê Encûmenê û piştî wan bûyeran jî wî bi awayekî serbixwe kar û xebatên xwe birêve birine.

YNK wan îddîayan red dike

Li aliyê din, Cîgirê Teşkîlata YNKê li Kerkûkê Rewend Mele Mehmûd, red kir ku ti peywendiyeke Aso Mamend li gel wê mijarê hebe.

Mehmûd got, “Ji nêzîk an dûr ti peywendiyeke me li gel vê mijarê nîne. Eger serweriya bajar tenê di destê me de be, dibe ku bingeheke vê îddîayê heba, lêbelê Kerkûk niha did destê dagirkeran de ye. Çawa hizir tê kirin ku me tiştek wisa kiribe? Eger bê îspatkirin ku destê YNKê di vê mijarê e heye, ez dê dest ji kar berdim.”

Rudaw
Top