• Wednesday, 11 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeyekî ENKSê kir

Gulan Media December 2, 2019 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeyekî ENKSê kir
Serokê Herêma Kurdistanê îro di hevdîtinekê de bi şanda Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê li Sûriyê (ENKS) bi serokatiya Serokê ENKSê Siûd Mela de, dawî pêşhat û rewşa Sûriyê û amadehî û rol û bandora hêzên herêmî û navdewletî li navçeyê guftûgo kirin.

Di hevdîtinê de, her du aliyan tekezî li pêwîstiya tebayî û hevqebûlkirinê di navbera pêkhate û aliyan de li Sûriyê û karkirina ji bo çareserkirina pirsgirêkan û vegera ewlehî û aramiyê kirin, nîgeraniya xwe jî ji hewlên guhartina demografiya navçeyê û kar û riftarên çekdarên tundrew ên opozîsyona Sûriyê nîşan dan.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekezî li girîngiya yekrêzî, tebayî, karkirina bi hev re, hevtêgihîştin û avakirina baweriyê di navbera alî û pêkhateyên Kurdistanî li Sûriyê de kir, hemû amadehiya xwe jî bi hevkarî û piştevaniyê li her hewlekê ji bo aramî û ewlehiya û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan li navçeyê nîşan da.

Basnews
Top