• Wednesday, 11 February 2026
logo

Hewlêr û Bexda li ser çend mijaran li hev kir

Gulan Media December 2, 2019 Nûçe
Hewlêr û Bexda li ser çend mijaran li hev kir
vê îro dîsa çend hevdîtinên din pêk bîne
Nunerê hikûmeta herêma Kurdistanê yê li Bexdayê Faris Îsa ragihand ku şanda Kurdistanî yaku duhê serdana Bexdayê kiribû, li gel aliyên Îraqî çend civîn û hevdîtinên gelek girîng pêk aniye û li ser gelek mijaran li gel Bexdayê li hev kiriye.

Faris Îsa herwiha anî ziman ku yek ji xalên lihev kirine eve ku herêma Kurdistanê mehane 250 hezar bermîl petrol radestî Bexdayê dike û li hember de jî Bexda bûdceya Kurdistanê bi temamî dişîne.

Nav hatî eşkere kir ku vê îro duşem şanda Kurdistanî çend civînên din li Bexdayê pêk bîne û pişt re vegere Kurdistanê.
Top