• Wednesday, 11 February 2026
logo

Şer di navbera Encûmena Minbic û komên çekdaran de derket

Gulan Media December 2, 2019 Nûçe
Şer di navbera Encûmena Minbic û komên çekdaran de derket
Li derdora Minbic şer di navbera Encûmena Minbic a Serbazî û komên çekdarên dijberîya Sûriyê de derket.

Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov belav kirîye, derengî ya şeva bûrî heya serê evê sipêdeyê şer û pevçûn di navbera komên ser bi Tirkiyê ve û Encûmena Serbazî Minbic de derket li gundê Yalşilî, li gundewarê Minbic. Lê zîyanên wî şerî heya niha nehatîye zanînin.

Riwangehê belav kirîye jî, Yekîneyên Paraztina Gel (YPG) hejmareke mûşekan havêjtine bajarê Izazê ku ew bajar niha di destê dijberîya Sûriyê de ye û hêrîşên herdû alyan jî, li dijî hevdû berdewam in.

K24
Top