• Wednesday, 11 February 2026
logo

Peyama Serok Barzanî ya di derbarê rewşa niha ya Iraqê

Gulan Media December 1, 2019 Nûçe
Peyama Serok Barzanî ya di derbarê rewşa niha ya Iraqê
Serok Mesûd Barzanî derbarê rewşa niha ya Iraqê de peyamek belav kir û tê de tekez kir, pêşwazî li her pêngavekê dike, ku armanc jê çareserkirina qeyrana niha ya Iraqê be.

Deqa peyama Serok Barzanî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi girîngiyê ve duvdaçûnê li ser pêşketinên vê dawiyê dikîn û pêşwaziyê li her hengavek jî dikîn ku bandora xwe li ser çareserkirina qeyranê hebê û rê li ber rûxan û fewza yan vegerandina serdema dîktatoriyeta şûm de bigre. Li her guhertineke da jî pêwîste mafê hemû pêkhatan li ber çav bê girtin û her guhertinek divê li gor mekanîzmên destûrê bê. Her wiha armanca wê çespandina asayîş û aramî û destbilindiya yasa bê û dawakariyên rewayên cemawerê beşê wan hatiye xwarin jî pêkbîne.

Her li vir da şermezariyê tundutîjiyên berdewam û kuştina xelkên bêguneh dikîn û serxweşiyê jî li kesukarên şehîdan dikîn û hêviya başbûna bi lez jî ji bo birîndaran dixwazîn.

Mesûd Barzanî
30.11.2019

Top