• Wednesday, 11 February 2026
logo

Putin: Di Serketinên li Sûriyê de rola gelê Kurd jî heye

Gulan Media November 30, 2019 Nûçe
Putin: Di Serketinên li Sûriyê de rola gelê Kurd jî heye
Serokê Rûsya Vladimir Putin da zanîn ku di serketinên li Sûrîyê de rola gelê Kurd jî heye.

Putin di civîna Konseya Peywendiyên Komên Etnîk de dîyar kir ku di dîrokê de danûstandinên wan yên bi Kurdan re her tim baş bûne.

Putin got: Tiştê ku niha li sînorê Tirkiye û Sûriyê bi dest ketiye, bi alîkariya Kurdan e û jibo berjewendiya wan e jî.

Wî amaje kir ku li herêmên Kurdan leşkerên Rûs bi awayekî ‘’pir baş’’ têne pêşwazî kirin û diyar kir ku ew dizanin ku Artêşa Rûs bo berevaniya wan hatiye.

Voa

Top