• Wednesday, 11 February 2026
logo

Seidî Pîre: Nemana Adil Ebdulmehdî bandorê li rêkeftina Hewlêr û Bexdayê nake

Gulan Media November 30, 2019 Nûçe
Seidî Pîre: Nemana Adil Ebdulmehdî bandorê li rêkeftina Hewlêr û Bexdayê nake
Endamekî polîtburoya YNKê dibêje, dest ji kar berdana serokê hikûmeta Iraqê Adil Ebdulmehdî, bandorê li rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê nake.

Şeva borî serokê hikûmeta Iraqê Adil Ebdulmehdî di bin fişara xwepêşandanan û mezinê şîeyên Iraqê Elî Sîstanî de dest ji kar berda.

Endamê polîtburoya YNKê, Seidî Ehmed Pîre li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, dest ji kar berdana Adil Ebdulmehdî nayê wê wateyê ku xirabî û gendelî hemû wî kirine. Na wisa nîne, beriya ku ew bibe serokê hikûmetê jî gendelî û xirabî hebûne.

Seidî Pîre her wiha got, Adil Ebdulmehdî siyasetmedarekî dilsoz û zehmetkêş e û dê wisa jî bimîne.

Bi gotina wî endamê polîtburoya YNKê, dest ji kar berdana Ebdulmehdî bandorê li ser rêkeftina Hewlêr û Bexdayê nake, ji ber ku Herêma Kurdistanê her dem alîgirê wê yekê bûye ku Iraq aram û bê arîşe be.

Seidî Pîre da xuyakirin ku divê kurd amade bin û got, lazim e em jî xwe amade bikin ji ber ku em nizanin dê çi biqewime.

Basnews
Top