• Wednesday, 11 February 2026
logo

Hêzeke Brîtanyayê ji Til Temirê xwe vekêşa û berê xwe da Dêrazorê

Gulan Media November 29, 2019 Nûçe
Hêzeke Brîtanyayê ji Til Temirê xwe vekêşa û berê xwe da Dêrazorê
Hêzeke Brîtanîyayê xwe ji bingeha Qesrik li Tel Temirê vekişand û berê xwe da gundewarê Dêrazorê.

Li gor nûçeya K24ê, ku yekîneyeke hêzên Brîtanîyayê ji bingeha Qesrik a Hevpeymanîya Navdewletî ya li bakurê Tel Temir derketîye û berê xwe daye gundewarê Dêrazorê û dê li bingeha Omer bicih bibe.

Ajansa SANA ya fermî ya hikûmeta Sûriyê belav kirîye ku hêzeke Amerîkayî li bîrên petrolê yên Rimêlan bicih bûye û li gor wê malperê ew hêz ji gundewarê Reqa û Hesekê vekişyane.

Ji alîyek din ve, karwaneke mezin ji hêzên Amerîkî di demjimêrên nîvê şevê de ji baregeha Qesrik li gundewarê Tel Temirê derket û berê xwe da bajarê Rimêlan.

Ev karwan gelek zirîpoş, çek, alavên leşkerî û tankên Biradlî li xwe digirtin, li ser rêka M4 derketin û çûn Rimêlan.

Li gor çavkanîyeke fermî ji K24ê ragehandiye, ev karwan li derdora bajarê Rimêlan dê bicî bibe.

K24
Top