HREyê binkeyên grûpên çekdar kirin armanc: 6 kuştî
Li gor çavkaniyên Xwecihî, li ser mihwerê Til Rifetê jî, Hêzên Rizgarkirina Efrînê (HRE) û grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê pêgehên hev topbaran kirin.
HRE jî daxuyaniyek derbarê çalakiyên xwe de belav kir û ragihand ku li Marihê bi çalakiyeke nîşangerî çekdaêrn ser Tirkiyê ve hatine armancgirtin û di encamê de çekdarek hatiye kuştin.
Herwiha hatiye gotin ku roja 27ê Mijdarê jî li gundê Kefer Kilbin ê ser bi herêma Ezazê ve grûpa çekdar a bi navê Ehrar Şîmal hatiye armancgirtin û hatiye gotin, “Di encamê de 3 çeteyên koma navborî hatin kuştin, 2 ji wan giran 3 çete jî birîndar bûn.”
Herwiha tê gotin ku roja 27ê Mijdarê li Marihê çeperên grûpa Lîwa Mutaasim jî hatine armancgirtin û hatiye belavkirin ku di wê rêişê d ejî 2 çekdar hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne.
Herwiha Artêşa Tirkiyê jî bi 5 hawnan derdora bajarê Til Rifet û Minix û Şewarxe topbaran kir.
Li aliyekî din, 2 teqîn li bajarokê Exterîn, ser bi Ezazê ve çêbûn.
Li gor çavkaniyên xwecihî, 2 mayînên çandî li nav bajarokê Exterînê teqiyan ku yek ji wan di nav otomobîla Serokê Encûmena Xwecihî Xalid Dîbo de hatibû danîn.
Di encama teqînê de, Xalid Dîbo bi giranî birîndar bû û lingekî wî hat jêkirin.
Rudaw
