• Wednesday, 11 February 2026
logo

Rêkevtina nû ya zilhêzên cîhanê: Sykes-Petro

Gulan Media November 29, 2019 Nûçe
Rêkevtina nû ya zilhêzên cîhanê: Sykes-Petro
Piştî Şerê Cîhanî yê Yekemîn, welatên weke Îmarat, Rûsya, Almanya, Awûstirya, Hungarya û Xelîfeta Osmanî perçe bûn. Li şûna wan (ji bilî Kurdan) dewletên etnîkî yên nû hatin avakirin.

“Zilamê Nexweş” Xelîfeta Osmanî di sala 1916an de ji aliyên hêzên kûrewî ve bi peymana “Sykes-Picot” bi eşkere hat perçekirin. Di qonaxa duyem a peymanê de li gor girîngiya jêopolîtika û aboriya nexşeya Îsraîl û statûkoya welatên Erebî, nexşeya hinek herêman hat dîzaynkirin.

Hîlala Berhemdar

Peyva “Hîlala Berhemdar” (bi îngilîzî: Fertile Crescent) ji bo herêmên şaristaniyên Rojhilata Navîn hate bikaranîn. Peyva Hîlala Berhemdar yekem car ji aliyê rojhilatnas û arkeologê Amerîkî James Henry Breasted di sala 1900an de hat bikaranîn. Herêmên weke Hîlala Berhemdar têne binavkirin, ji aliyê çandinî, bazirganî, çavkaniyên sirûştî, av, dîrok, şaristanî û jeopolîtik ve li cîhanê weke herêma herî berhemdar tê naskirin. Hîlala Berhemdar, ji rojhilatê başûrê Îranê dest pê dike û erdnigariya Sûriye, Urdin, Filîstîn, Îsraîl û Lubnanê lixwe digire.

Ji ber girîngiya stratejîk, herêm her tim bûye cihê rîkeberiya hêzên kûrewî. Di dema ku li herêmê nexşe ji nû ve dihat dîzaynkirin de Fransa û Brîtanyayê piştî gotûbêjên kûr pêvajo birêve birin û li ser nexşeya niha biryar dan. Di dema pavekirina mîratê Xelîfeta Osmaniyan de, Kurdistana mezin a di naverasta Hîlala Berhemdar de bibû karê pêşî yê hêzên kûrewî.

Hêzên kûrewî bêyî guhdariya daxwaza Kurdan a ku weke miletekê dewleta xwe ava bikin, Kurdistan kirin 4 perçe. Li gor girîngiya stratejîk herêm hat perçekirin. Petrola Kerkûkê ji ber dewlemendiya wîlayeta Mûsil (Neynewa, Kerkûk, Hewlêr û Silêmanî) careke din bi peymana Sykes-Picot di navbera Brîtanya û Franayê de hat parvekirin. Bi wê yekê kontrola wîlayeta Mûsilê ji Fransayê hat standin û bo Brîtanyayê hat radestkirin. Tîmeke pispor a jeolojiyê ji bo dewlemendiya çavkaniyên herêmê dest bi lêkolînan kir. Wê tîmê piştî lêkolîn û lêgerînên xwe dîtin ku bi taybetî Kerkûk ji aliyê petrol û gaza sirûştî ve bajareke dewlemend e.

Bandora petrolê li ser perçekirina Kurdistanê

Piştî ku rêxistina DAIŞê derket holê, çend herêmên Iraq û Sûryê yên ji aliyê petrol û gaza sirûştî ve dewlemend xist jêr kontrola xwe. Çekdar û endamên rêxistina DAIŞê dema beşek ji axa Iraq û Sûriyê dagir dikir bi rêya medyaya xwe, peyam didan ku peyama Sykes-Picot bidawî dibe û ew xelîfeta xwe damezrînin. Eger DAIŞê bikara wê cografyayê control bike, niha bibû yek ji welatên sereke yên endamên OPECê.

Amerîka û welatên rojavayî hest pê metirsiya DAIŞê kirin û ji bo dûrxistina DAIŞê ji zeviyên petrolê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ava kirin. Çimkî DAIŞ bi bazirganiya petrolê her roja paştir aboriya xwe mezintir dikir û axa wê jî berfirehtir dibû. Pêşketina DAIŞê ne têne di vî warî de bû, herwiha hinek welatan weke dewleteke danûstandin ligel wê dikirin.

Amerîka û hevalbendên wê li gor nexşeya enerjiyê hewldan herêmê dîsa dîzayn bikin û li gor wê hinek gav avêtin. Hêj di destpêkê de Amerîka û hevalbendên wê xetên sor danîn. Wan rojhilatê Feratê weke xeta sor li hemberî Îran, DAIŞ, Sûriyê û dijbereya Sûriyê danîn. Ev gava yekem a Amerîka û hevalbendê wê bû ku ji bo parastina herêmên petrolê.

Rojavayê Kurdistanê û rêkevtinên perçekirinê

Di dawiya sala 2018an de rojnameya ‘Wall Street Journal’ di raportek xwe de ragihandibû ku Amerîkayê derbarê dahatûya herêmê û Sûriyê de nexşeyeke weke ya Sykes-Picotê dirust kiriye. Li gor wê raporê Serokê Amerîkayê Donald Trump û şêwirmendê berê yê Asayişa Netewî ya Amerîkayê John Bolton di serdana xwe ya Tirkiyê de ji Enqerê re ew herêmên ku nabe ew têkeve diyar kirine. Lê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan nerazîbûna xwe li hemberî wê nexşeyê nîşan daye. Li gor rojnameya Wall Street Journalê kesê ku ew nexşe amade kiriye, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey bixwe bûye.

Nexşeya Amerîkayê û Plana Tirkiyê

Te gotin ku eger Tirkiye, bi kûrahiya 32 kilometreyan Rojavayê Kurdistanê bixe jêr kontrola xwe, bi wî awayî ji sedî 70 petrola herêmê û ji sedî 50 petrol û gaza sirûştî ya Sûriyê jî dikeve di bin kontrola wê de.

Herêmên ku Tirkiye weke “Navçeya Aram” bi nav dike ji aliyê çavkaniyên sirûştî ve herêmeke gelek dewlemend e, û zeviyên mezin ên petrol û gaza sirûştî lê hene. Rojanameya The National Interest li gor daneyên ji Zanîngeha Şamê wergirtine ragihand ku li herêmê 3.15 milyar bermîl petrol heye. Tirkiye bi bahaneya navçeya aram dixwaze zeviyên petrolê yên li Rimêlan, Sueda û Melîkayê kontrol bike. Li herêmê bi giştî hezar û 322 bîrên petrol û 25 qadan gaza sirûştî hene. Qebareya weberhênana bîrên petrolê rojane 200 hezar bermîl petrol derbas dike. Eger Tirkiye di plana xwe de serkevtî bibe, dê ne tenê ew herêmên ji aliyê petrol û gaza sirûştî ve dewlemend bixe jêr kontrola xwe, herwiha dê peywendiyên Rojava û Başûrê Kurdistanê jî qut bike. Lê li gor helwesta Amerîkayê ya vê dawiyê derdikeve holê ku Amerîka heta Serê Kaniyê û Girê Spî rê daye Tirkiye û lê rê nade ew nêzîkî rêya navnetewî ya M4 û M5 bibe. Bi vî awayî Deriyê Sêmalkayê (Rojava,Bakur û Başûrê Kurdistanê) û birên li Reqayê dê jêr desthilatdariya Amerîkayê de bimînin. Wate çavkaniyên gaza sirûştî û petrolê dê di bin kontrola Amerîkayê de bimînin.

Petrol û sêgoşeya stratejîk

Sînorên Herêma Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê devera herî strajîk a herêmê ye. Amerîka û Rûsya dixwazin xwe zêdetir nêzîkî vê herêmê bikin. Hefteya derbas bûyî herdu wezaretên derve yên Rûsya û Sûriyê ragihandin ku divê deriyê sînorî yê Sêmalkayê bikeve jêr kontrola hikûmeta Sûriyê. Li gor lêkolînên jelojîk devera di navbera sînorên Herêma Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê de herêmekê ku ji aliyê çavkaniyên sirûştî ve gelek dewlemend e. Li herêma navborî heta niha bi sedan bîrên petrolê hatine vekirin û hêj derxistina petrolê li wê herêmê berdewam e.

Di heyama bûyerên 16ê Cotmeha 2017an de Iraq û Heşda Şeibî xwestin ku wê sêgoşaya strajîk kontrol bikin, lê nekarin serbikevin. Bi saya wê yekê Herêma Kurdistanê ji dorpêçekê mezin rizgar bû. Ev sê sal e Rûsya jî dixwaze li wê herêma stratijîk bibe xwedî desthilatdar. Weke tê zanîn pêştir pisporên Kompaniya Rosneftê li herêma navborî lêkolîn kiribûn.

Kompaniya petrolê Rosneftê ji bo bikaranîna bîrên petrolê yên li herêmê hinek pêşniyar pêşkeşî Herêma Kurdistanê kiribûn. Heta niha Rûsyayê derbarê petrolê de ti rêkevtinên fermi ligel rêveberiya Herêma Kurdistanê, Iraq û Sûriyê nekiriye.

Di nexşeya nû de xeta boriya petrolê û deriyên sînorî

Tirkiye di halê hazir de li cîhanê ji bo veguhestina petrolê weke transît xwedî pêgeheke girîng e. Rojane bi ser Tirkiyê re petrol û gaza sirûştî bo welatên Ewropayê tê veguhestin. Rêveberiya Tirkiyê dixwaze vê pêgeha xwe ya stratejîk li herêmê biparêze û bihêz bike. Ji ber pêgeha xwe ya stratejîk her roj paştir daxwazên Tirkiyê li hemberî welatên Ewropayê û Amerîkayê zêdetir dibin.

Amerîka û welatên Ewropayê ji bo veguhestina petrol û gaza sirûştî li rêyên bibin alternativê Tirkiyê digerin. Di vê mijarê de têne Urdin dikare berpirsiyariyê lixwe bigire. Çimkî ligel seqemgeriya wî welatî di heman demê de polîtikayên derve yên herêmî û navnetewî jî ligel polîtikayên Amerîka, Brîtanya, Îsraîl û welatên Ewropî diguncewe. Lewma Iraq niha dixwaze projeyekê wiha bicih bike.

Urdin eger petrola Iraq û herêma Kurdistanê bo bazara cîhanî veguheze dê roleke girîng a enerjiya cîhanî lixwe bigire û herwiha hegemoniya Tirkiya ya li ser enerjiyê jî lawaz dike. Ji aliyê din ve Rûsya hewl dide ku dest dane li ser veguhestina gaza sirûştî ya Iraqê û kontrola bazara wê bixe jêr destê xwe.

Piştî bidawîbûna DAIŞê, diyar bû ku çima rîkeberî li ser herêmên stratejîk û ji aliyê çavkaniyên sirûştî ve dewlemend in dibe. Diyar e ku rîkeberî li ser herêmên strajîk in. Bi taybetî rêveberiya Qetarê dixwaze bi rêya xeta boriyan gaza sirûştî bo welatên Ewropî veguheze. Çimkî veguhestina bi keştiyanxerciyên wê gelek zêde dibin.

Eger heye ku Qetar li gor planên Qetar, Îran û Tirkiye gaza sirûştî veguheze. Di van demên dawiyê de tê dîtin ku di navbera Îran, Tirkiye û Qetarê de nêzîkbûneke siyasî heye. Lê gelo egera pêkanîna projeyê çi ye? Bêguman ev yek dê girêdayî pêşhateyên siyasî û bihêzbûna pêgeha Tirkiye û Îranê be.

Piştî bidawîbûna şerê DAIŞê, welatên weke Rûsya û Amerîka çawa piştî belavbûna Xelîfeta Osmanî herêm parvekirin, niha jî dixwazin herêmê ji nû ve dîzayn bikin. Lê vê carê perçekirin dê li gor qebareya petrol û gaza sirûştî were kirin. Hêzên kûrewî dê bîrên petrolê di navbera xwe de parve bikin. Lewma vê carê li şûna em bibêjin Sykes-Picot rastir e em bibêjin Sykes-Petrol.
Top