Şer di navbeyna hêzên Rûsî û grûbên bi ser Tirkiyê ve derket
Jêderek serbazî nav HSD ji Kurdistan24 re ragihand, hêzên Rûsî bi mûşekan êrîşî grûbên girêdayî Tirkiyê li sayloya Şirkrak kir armanc. Artêşa Tirkiyê jî, baregeha hêzên Rûsî li Eyn Isa yê topbaran kir, û şer û pevçûn bi çekên giran di navbeyna her du aliyan de derket
Wê jêderê got jî, ligel wî şerî, hêzên hikûmeta Sûriyê jî, dest bi liv û tevgerê ber bi Şirkrak kir. Tekez kir, ku dê hêzên Rûsî û yên hikûmeta Suriyê liser dirêjahiya riya ROTKO M4 ji bajarokê Şirkrak li rojhelatî Eyn Isa ta gundê Ebu Sire li rojavayê wê, dest bi operasyonekê bikin.
Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan ragehand, ku civînek di navbeyna hêzên Rûsî û HSDê de pêkhatibu û hêzên Rûsî tekez kiribun, ku eger hêzên Tirkî û grûbên pê re bi paş ve venekişin, dê wan bike armanc.
K24
