• Wednesday, 11 February 2026
logo

Bi sedema Kuştina xwenîşanderan parêzgarekî dest ji kar vekişand

Gulan Media November 29, 2019 Nûçe
Bi sedema Kuştina xwenîşanderan parêzgarekî dest ji kar vekişand
Hejmara kuştîyên xelkê xwenîşander li bajarê Nasirîye, Bexda, Necef û çend bajarekê din yên Îraqê di 24 demjmêrên burî de gehişte 45 kesan û parêzgarê Dîqar jî dest ji kar vekişand.

Piştî kuştina 30 xwenîşanderan bi destên hêzên ewlekarîyê li bajarê Nasirîye, parêzgarê Dîqar Adil Dûxelî dest ji kar vekişand.

Li gor çavkanîyên Îraqî jî, hejmara kuştina xelkên xwenîşander di 24 demjimêrên burî de, li bajarên Nasirîye,Nacef, Bexda û çend bajarên din yên Îraqê gehişte 45 kesan.

Hevdem fermandarîya operasyonên hevpişik aşkera kir, Adil Ebdulmehdî, fermadarê giştîyê hêzên çekdarên Îraqê, biryar daye komîteyeke bo vekolînê ji bûyerên Nasirîye û Necef bihêt pêkhînan.

K24
Top