Hikûmeta Kurdistanê derbarê serdana Mesrûr Barzanî ya Enqerê de daxuyaniyek belav kir
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dupat kir ku Herêma Kurdistanê faktora seqamgiriya emnî û aramiyê ye li navçeyê û daxwaza Herêma Kurdistanê ya bo pêşxistina peywendiyan, taybet jî di warê bazirganî û aborî de nîşan da.”
Nivîsingeha Serokwezîriya Herêma Kurdistanê ronî xistiye ser civîna Mesrûr Barzanî ya li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî.
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtina Mesrûr Barzanî û Mevlut Çavuşoglu de ragihandiye, “Gotûbêj derbarê pêşhatên li navçeyê û çawaniya pêşxistina peyqendiyên dualî hatine kirin, taybetî jî mijarên peywendîdar bi warê bazirganî û aboriyê.”
Jibilî serdana Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bo Bexdaya paytexta Iraqê, ev serdana bo Tirkiyê dibe yekem serdana Mesrûr Barzanî ya bo derveyî welat.
Berî civîna li gel Erdogan, Mesrûr Barzanî li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşogu civiyabû û piştî civînê jî konferanseke rojnamevaniyê hatibû sazkirin.
Di wê konferansa rojnamevaniyê de Mesrûr Barzanî diyar kiribû ku peywendiyên wan ên li gel Tirkiyê girîng, dîrokî û stratejîk in û diyar kiribû, “Di civînê de axavtin li ser nîgeraniyên hevbeş û geşedanên vê dawiyê yên li navçeyê hatin kirin. Em li ser wê hevnêrîn bûn ku aştî û seqamgirî baştirîn e û di berjewendiya xelkê navçeyê û welatan de ye.”
Mevlut Çavuşoglu jî gotibû ku ew dixwazin peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê di hemû waran de pêş bixin.
Rudaw
