Bexda daxwaza lêborînê ji Tehranê dike
Wezareta derve ya Îranê di beynnameyekê de ragehand: Piştî hêrişa ser konsulxaneya Îranê li bajarê Necef a Îraqê û şewitandina avahîya Konsilxaneyê ji alîyê xwenîşanderên Îraqî, wezîrê derbve yê Îraqê bi rêya telefonê ve, peywendî bi Zerîf kirîye daku daxwaz lêburînê bike derbarê reftarên xirabkarên û ev kar jî bi rêkareke kavlkar dazanîn.
Di beyannameyê dem wezareta derveya Înîê amaje bi wê yekê kirîye, Hekîm î soz daye Zerîf î ku hikumeta Îraqê parêzvanîyê li diplomatkarên Îranê û cihên dîplomasîyên Îranê li Îraqê dike.
Ev piştî wê yekê hatîye şeva burî, hejmareke xwnîşanderan li bajarê Necef hêriş kirin ser konsulxaneya Îranê li wî bajêrî û ew konsulxane şewitandin.
Her di wê xwenîşandana şeva burî de li bajarê Necef, hêzên ewlekarîyê û xwenîşander rûbirûyê hev bûn û di encam de 32 xwenîşander birîndar bûn.
Di beyannameyê de hatîye, wezareta dervaya Îraqê bi tundî hêrişa ser konsulxane ya Komara Îsalmîya Îranê şermezar kirîye û Îranê jî bi zimaneke tund nerazîbûna xwe bi balyozê Îraqê li Tehranê ragehandîye.
K24
