• Wednesday, 11 February 2026
logo

Koçberên Serê Kaniyê û Girê Spî di rewşeke xerab de ne

Gulan Media November 29, 2019 Nûçe
Koçberên Serê Kaniyê û Girê Spî di rewşeke xerab de ne
Ji ber êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar yên ser bi wê ve, hejmarek ji xelkê Serê Kaniyê û Girê Spî koçberî bajarê Kobanî û gundewarên wê bûne ku hejmara wan gihiştiye 1038 malbatan.

Rewşa gelek ji van koçberan xirab e, Nadiya yek ji wan koçberan e ku nikare debara zarokên xwe bike, hevjînê wê sala 2015an ji ber êrîşa DAIŞê koçber bibû û îflîc bibû, ti rêxistinek jî alîkariyan ji wan re pêşkêş nakin, ji xwe piştî êrîşa Tirkiyê hemû rêxistinên biyanî ji Rojavayê Kurdistanê derketin û tenê rêxistinên xwecehî bi derfetên pir sînordar alîkariyan pêşkêş dikin.

Niha ji bo van koçberan li gundê Til Semin, kampeke nû tê avakirin, êdî koçber jî serbest in biçin wê kampê, yan li nav Kobanî û gundên wê jiyana xwe derbas bikin.

Nadiya û hevjînê xwe bi hezar û 37 malbatên din re ji Serê Kaniyê û Girê Spî ji ber êrîşa Tirkiyê reviyane û li gundewarê Kobaniyê bicî bûne.

Hevjînê wê sala 2015 di encama êrîşeke DAIŞê de, birîndar bû û ji nêvî ve, bawî bû. Piştî ku bi neçarî ji Serê Kaniyê derket û niha ew li deriyê koçberiyê li erdê ye.

Nadiya Mihemed Elî dibêje, “Balafiran bombebaran kirin, em derketin, me kursiya wî di mal de hişt, em rojekê li çolê razan, piştre ketin dibistanê, kesî tune wî bibe bo dextor, çareserî jê re lazim e, her tişt ji me re pêwîst e, kesî me tune ji me re kar bike, ya herî girîng, çareseriya wî ye.”

Ji sedî 95ê koçberên Girê Spî û Serê Kaniyê yên berê xwe dane Kobaniyê, Kurd in.

Rêveberiya Xweser dest bi avakirina kampekê li Til eemin kiriye û koçber jî derbarê çûna kampê yan mana di nav malan de, serbest in.

Berpirsa Ofîsa Karûbarên Mirovî, Berîvan Îssa dibêje, “Li bajarê Kobaniyê tune ye lê niha li Til Semin amadekarî ji bo avakirina kampekê tê kirin, niha 100 kon hatine vegirtin, lê pir mezin e, li gorî wê hejmarê wê kon bêne danîn.”

Li Kobanê 14 rêxistinên mafê mirov û civaka sivîl hene, ku heta radeyekê bi karûbarên wan ve radibin, lê welatiyên ku bi hezaran xanî û bi milyonan dolarên Amerîkî milk û milak bi dû xwe ve hiştine, bi tu awayê nayên qerebû kirin.

Rudaw
Top