Çavuşoglu: PKK li ser Kurdên Sûriyê metirsî ye
Got jî: “Di civîna îro de, me ew babet guftûgo kir û herwiha me behsa rewşa Iraqê kir, di vê heyamê de pêngavên bo baştirkirina pêwendiyên aborî û bazirganî bi Iraqê re davêjin. ”
Mewlud Çavuşoglu got: “Pêştir jî me gotibû, PKK li ser birayên Kurd li Sûriyê metirsî ye û me behsa li wê kir, heger çi pêwîst be dikin, bo Kurdên Sûriyê ji wan metrisiyan dûr bixin”.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê behsa wê jî kir, “Di civînê de me behsa hevahengî û pirsên aborî û bazirganî yên di navbera Tirkiye û Iraqê de kir û astengên li xalên gumrikên hene me guftûgo kirin”.
K24
