Hêzên Îraqî endamên malbeteke Kurd qetil kirin
Li gor zaniyariyên ku Peyamnêrê Kurdistantvê li deverê dane me, duhê bi şev li gundê Mesnûr ya li devera Heftxar ya ser bi Daqoqê li Başûrê Kerkûkê, hêzên ewlekarî yên Îraqî êrîşî ser malbeteke Kurd kirine.
Li gor zaniyariyan sedema êrîşê hîn jî nehatiye zanîn lê belê di encama êrîşê de jin û zilamek bi goleyên hêzên çekdar yên Îraqê canê xwe ji dest dane.
