• Wednesday, 11 February 2026
logo

Ev deh roj in Nivîskara kurd Mojgan Kawûsî hatiye girtin

Gulan Media November 28, 2019 Nûçe
Ev deh roj in Nivîskara kurd Mojgan Kawûsî hatiye girtin
hîn jî çarenivîsa vê ne diyare
Malbata nivîskara kurd Mojgan Kawûsî ragihand, ev deh roj in Mojgan ji aliyê îstixbarata Îranê ve hatiye girtin lê ew nizanin keça wan li ku ye!

Çend roj berê nivîskara kurd Mojgan Kawûsî, li mala xwe de li bajarê Kelardeşt yê Îranê, ji aliyê îstixbarata Îranê ve hat girtin.

Li gorî agahiyan, Mojgan piştî belavkirina postekê li ser rûpela xwe ya înstagramê, bi behaneya ku piştevaniya xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê kiriye, hatibû girtin.

Endamekî malbata wê nivîskara kurd ji malpera Hengawê re gotiye, ev deh roj in Mojgan hatiye girtin lê ew nizanin keça wan li ku ye û di çi rewşê de ye.

Rudaw
Top