Brûskê li leşkerên Tirkiyê da: 16 leşker bûn qurbanî
Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê li baregeha serbazî ya Tirkiyê brûskê li leşkerên Tirkiyê da û di encamê de 2 leşkeren Tirkiyê canê xwe ji dest dan.
Li gor Wezaretê Navxwe ya Tirkiyê bûyer li baregeha Girê Davul a Colemêrgê qewimiye.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin ku di encama birûsk lêdanê de efserek û pisporekî çawîş canê xwe ji dest dane û 13 leşkerên din jî birîndar bûne.
Ji aliyê din ve Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî ragihand ku brûskê leşkerên di çarçoveya “Operasyona Pençeyê” de li Başûrê Kurdistanê ne, da û di encamê de leşkerekî canê xwe ji dest da.
