• Wednesday, 11 February 2026
logo

Koma Kirîzan a Navdewletî daxwaz ji Emerîka dike HSD biparêze

Gulan Media November 28, 2019 Nûçe
Koma Kirîzan a Navdewletî daxwaz ji Emerîka dike HSD biparêze
Koma Kirîzan a Navdewletî daxwaz ji Emerîka dike ku hêzên Sûriya Demokrat (HSD) biparêze.

Koma Kirîzan a Navdewletî di raportekê de, behsa rewşa bakura rojhlata Sûriyayê kirîye û çawanîya peydakirina aramyê li wê navçeyê. Li gor dîtina wê Komê, ji bo ku rewşa wê navçeyê aram bibe; pêwîste Emerîka HSDyê biparêze û di gotûbêjên xwe de li gel Rûsiya û Tirkiyayê ewlewîyetê bide peydakirina aramîyê li bakura rojhlata Sûriyayê.

Wê komê daxwaz ji HSDyê jî kirîye, ku bi navbeyinkarîya Rûsiya li gel hikumetê rewşa navçeyên xwe yekalî bike û tevlî dewleta Sûriyayê bike, lê di heman dem de jî hewil bide dezgehên xwe biparêze.

Koma Kirîzan a Navdewletî li sala 1995 hatîye damezirandin. Baregeha wê li Birokisl e, rêkxistineke ne hikumîye û kar li ser rêgirtinê li ber çêbûna kirîzan li seranserî cîhanê dike . Herweha şêwirîyê jî dide hikumetan û rêxistinên navdewletî weke Neteweyên Yekbûyî û Yekêtîya Ewrûpayê û Banka Navdewletî.

K24
Top