• Wednesday, 11 February 2026
logo

Iraq – Li bajarê Nasiriye 14 xwepêşander hatin kuştin

Gulan Media November 28, 2019 Nûçe
Iraq – Li bajarê Nasiriye 14 xwepêşander hatin kuştin
Li bajarê Nasiriye yê Iraqê herî kêm 14 xwepêşander ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve hatin kuştin.

Xwepêşandan û alozî li paytext Bexda û çend bajarên din yên Iraqê didome.

Îro danê sibê li bajarê Nasiriye yê Iraqê, ku navenda parêzgeha Zîqarê ye, di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê de şer û pevçûn derket.

Li gorî agahiyan, di encama wî şerî de herî kêm 14 xwepêşander hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Heta niha bi sedan kes di xwepêşandanên Iraqê de hatine kuştin, bi hezaran kes birîndar bûne û gelek kes jî hatine girtin.

Basnews
Top