• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokwezîr li gel şandeke Brîtanî civiya

Gulan Media November 27, 2019 Nûçe
Serokwezîr li gel şandeke Brîtanî civiya
Brîtanya piştgîriya reforman li Kurdistanê de dike
Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Brîtanî bi Serokatiya berpirsa beşê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê Stephanie Al-Qaq civiya.

Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Brîtanyayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû, behsa rewşa Îraq û deverê hate kirin û her du alî li ser vê yekê ku na aramiya rewşa Îraqê fêde bo ti aliyekî nabe, hemfikir bûn.

Her di heman civînê de her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku lazime dem bi Serokwezîrê Îraqê bo cîhbicîh kirina daxwazên xwepîşanderan were dayîn.

Şanda Brîtanî piştgîriya xwe bo reformên li herêma Kurdistanê bi taybetî reformên taybet bi pêşmerge diyar kir.

Top