• Wednesday, 11 February 2026
logo

Sezaî Temellî: Bexdadî 5 kîlometra dûrî sînorê Tirkîyê hat kuştin ev jî jibo têkilîyên Tirkîyê û DAIŞê besê

Gulan Media November 27, 2019 Nûçe
Sezaî Temellî: Bexdadî 5 kîlometra dûrî sînorê Tirkîyê hat kuştin ev jî jibo têkilîyên Tirkîyê û DAIŞê besê
Hevserokê Partîya Demokratîka Gelan (HDP)ê Sezaî Temellî di kombûna partîya xwe ya heftîyane de li parlementoye Tirkîye axivî.

Temellî di axaftina xwe de rexne li hukumete kirin û wiha got: ”Ji sala 2015an de êrîş li partîya me tê kirin. Dawîyê 6 ji van bi henceta yasayên rewşa awarte û 24 qeyyum giştî 30 şarederîyên me hatin dizîn. 14 şarederên me hatine zîndankirin. Ji alîyê hukumete ve goristanên kurdan ji nav hatin birin û ji Bidlîsê cenazeyen bi sedan kesan bi henceta lêkolîna DNAye hatin veguhastin Stenbolê û cenazeyên wan kesan nedan malbatên wan, li goristana bêkesan hatin binaxkirin. Li Kocaelî û navçeyen ve operasyon li nawende me kirine û ala Tirkîyê hilavistine ev tê çi wateyê, nîyeta we çîye ev rezalete. Hu çi bikin hun nikarin paşve gava li mê bidin avetin. Her roj agahîyên cuda ji bakure Sûrîye tên. Dawîye ji malbateke 7 kes ji alîyê firokeyen bê firokvan ve hatine kuştin û tê gotin ev kes endamên YPGê ne dereva dikin. Li bakurê Sûrîye ev keyrana tundîye kurtir dibe. Em ji wan hezên Tirkîyê dike dibêjin DAIŞ û El Kaîde. Bexdadî 5 kîlometre dûrî sînorê Tirkîye hat kuştin ev jî jibo tekilîyên Tirkîye û DAIŞê besê. Ratibe wan çeteyan ji kudere tên dayîn.

Erdogan li ser kursîye be teyweyen Yekgirtî anî ziman got me 40 milyar dolar li welatîyên Sûrî kirîye mesref. Ratibê wan çeteyan ji wî pareyî hatîye dayîn. Em jibo çareserkirina pirsgirekan dibejin hilbijartinên pêşwext. Ev jî dizani demê hilbijartinên destpêkê ve erkê xwe ji dest bide.”

Temellî bal kişand bêkarîyê û got jibo ev pirsgirêk hemû bên çareserkirin divê ev îxtîdar ji kar bê dûrxistin.

Waar.tv
Top