Serokê Herêma Kurdistanê bi Elî Bapîr re hevdîtin kir
Îro danê sibê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê serdana navenda giştî ya Komela Îslamî ya Kurdistanê kir û ji aliyê emîrê Komela Îslamî, Elî Bapîr ve hat pêşwazîkirin.
Di civînê de behsa yekrêziya kurdan li Bexdayê û rewşa Iraq û Rojhilata Navîn hat kirin.
Nêçîrvan Barzanî duhî jî çûbû Silêmaniyê û bi berpirsên Gorran û YNKê re hevdîtin kiribû.
Basnews
