• Wednesday, 11 February 2026
logo

Eşîrên Îraqî: Egerê derketina şerê navxweyî heye

Gulan Media November 27, 2019 Nûçe
Eşîrên Îraqî: Egerê derketina şerê navxweyî heye
dibêjin lazime pêşengên olî rola xwe bilîzin
Hijmareke Serok eşîrên başûr û naverasta Îraqê daxuyaniyeke hevbeş belav kirine û têda daxwaz ji pêşengên olî yên şîiyan kirine daku tiştek bikin.

Serok eşîrên Îraqê diyar kirine ku jiber êrîş kirine ser xwepîşanderan, zext û zordariyên heyî, gendelî û desthilatdariya mafiyayî ya li Îraqê de, jiyan gelek dijwar bûye û xelk hest bi aramî û ewlekariyê nake.

Di daxuyaniya han de behsa vê yekê hatiye kirin ku eger ev rewşa han wisa berdewam be vê demê şerê navxweyî li Îraqê destpê dike.

Di beşeke din ji daxuyaniya han de daxwaz ji pêşengên olî yên şîiyan hatiye kirin daku rola xwe bilîzin û pêşî ji hin kiriyarên derqanûnî bigirin.

Ev Serok eşîrên han herwiha diyar kirine ku ev amadene li dijî ev part û aliyên siyasî, mafiyayî yên ku gendeliyê dikin û petrol bi dizî dibin şerê çekdarî bikin.

Top