Rêveberekî Gorran: Pêwîste hemû aliyek di bin sîvana serokatiya herêmê de kom bibe
Endamê Xaneya Raperandina Tevgera Gorran Şemal Ebdulwefa di civîneke çapemeniyê de ragehand: ‘’Civîna şandeya serokatiya herêma Kurdistanê li gel rêveberiya Tevgera Gorran civînek baş bû û behsa asayî kirina peyvendiyên navbera partî û aliyên siyasî û aştiya nav mala kurd hate kirin.
Herwaha got: ‘’Tevgera Gorran helwêstê wê aşkera bû, berê me li gel serokatiya herêmê çend rûniştin pêkanîn. Li gor me ya baş hemû partî di bin sîvana serokatiya herêmê de kom bibin û em hemû li ser asta bûyeran de yek helwêst bin.’’
Şemal Ebdulwefa got: ‘’Di beşeke din ên civîna me de behsa şandina neft û mûçeyê fermanberên herêma Kurdistanê hate kirin, em hêvîdarin aliyên siyasî li gel yek vê qonaxa hestyar derbas bikin û pirsgirêkan çareser bikin.’’
Basnews
