Helîkoptereka Fransa ket – 13 serbaz tê de mirin
Serokê Fransa, Emmanuel Macron ragihandiye, helîkoptereka serbazî ya Fransa li Malî û di dema operasiyonê de li dijî îslamîstên Ensarudîn ket.
Macron daye zanîn, di wê rûdanê de 13 serbazên Fransa can dan.
Heta niha nayê zanîn ew helîkopter ji aliyê çekdarên îslamî ve hatiye xistin yan jî bi xwe ketiye.
Ev heft sal in Fransa li dijî çekdarên rêxistina îslamî ya radîkal ya bi navê Ensarudîn li bakûrê Malî, ku welatekî Efrîqî ye, operasiyonan dike.
Rêxistina îslamî ya Ensarudîn, ku beşek ji rêxistina El Qaîdê ye, dixwaze li Malî hikûmetek mîna ya Taliban li Efxanistanê ava bike.
Basnews
