• Wednesday, 11 February 2026
logo

HREyê li Efrîn û Ezazê êrîşî çekdarên ser bi Tirkiyê ve kir

Gulan Media November 26, 2019 Nûçe
HREyê li Efrîn û Ezazê êrîşî çekdarên ser bi Tirkiyê ve kir
Hêzên Rizgarkirina Efrînê (HRE) ku hêzeke ser bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ye, binkeyên grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê li derdora bajarê Ezazê li bakurê Helebê kirin armanc.

Li gor medyaya nêzîkî YPGê, hêzên HRE binkeyên grûpên çekdar li nêzîk bajarokê Marihê yê ser bi Ezazê bi topên Mortar kirine armanc.

Piştî ketina topan li ser binkeyekê çekdaran, hejmarek ambulans û otomobîlên hawarçûnê çûne cihê bûyerê.

Sibeha roja duşemê jî, pevçûnên sivik di navbera hêzên Kurdî û çekdarên grûpên girêdayî Tirkiyê de li mihwerên Hirbil û Til Malid li bakurê rojhilatê Til Rifetê çê bibûn.

Hêzên Rizgarkiria Efrînê herwiha di daxuyaniyekê de aşkere kir, hêzên wan li herêma Efrînêjî êrîşên çekdarên ser bi Tirkiyê ve kirine. Li gor vê daxuyaniyê, şervanên HREyê di 23ê vê mehê de li gundê Miryemîn ê ser bi bajarokê Şera ya Efrînê êrîşî hêzên Tirkiyê kirine ku di encamê de 9 leşker birîndar bûne.

HRE herwiha dibêje, li gundê Xizîwî yê ser bi bajarokê Şêrava jî hêzên wan çekdaran kirine û di encamê de 2 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatine kuştin, ku yek ji wan Îbrahîm Mûsa el-Elî û ji bajarê Idlibê bûye.

Her di heman rojê de, şervanên HREyê li derdora bajarê Ezazê jî êrîşek pêk anîne û li gor daxuyaniyê 3 çekdar di wê êrîşê de birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye kirin, ku piştî wan êrîşan, hêzên Tirkiyê gundên Malikiye, Merenaz, Şêxorzê, Kela Şêxorzê û Elqîme yên ser bi bajarokê Şêrava dane ber hawinan.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku ji sala 2013an ve Rêveberiya Xweser lê hatibû damezrandin û yek ji kantonên Rojavayê Kurdistanê bû, ji 18ê Adara 2018an ve ketiye bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê.

Piştî şerê Efrînê ku 58 rojan dom kiribû, YPG ji herêmê vekişiyabû û hêzên xwe li herêma Şehbayê ku navenda wê bajarokê Til Rifetê ye, bicih kiribû.

YPGê wê demê ragihandibû, ku ew dê şerê li dijî hêzên Tirkiyê û komên çekdar berdewam bikin, lê belê ew dê taktîka şerê xwe biguherin û dest bi şerê partîzanî bikin.

Rudaw
Top