• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokwezîr: Lazime jin û tevahiya mafên wan parastî bin

Gulan Media November 26, 2019 Nûçe
Serokwezîr: Lazime jin û tevahiya mafên wan parastî bin
saziyên hikûmetê bo dabîn kirina pêdiviyên wan pîwerdar kiriye
Serokwezîrê herêma Kurdistanê serdana navendeke parastina jinan li Hewlêrê kir û derbarê serdanê de li ser pêgeha xwe ya fermî wisa nivîsandiye;

Îro duşem 25ê Mijdara 2019an di roja cîhaniya nehêştina tundiya dijî jinan de me serdana yek ji navendên parastina jinan li bajarê Hewlêrê kir û serî li beşên curbicur yên vê navendê da.

Me guhdariya daxwazên wan kir û saziyên hikûmetê jî pîwerdar kir daku pêdiviyên wan bicîh bînin.

Me ragihand ku em dixwazin civaka me ji her cure tundiyek dûr be û jin jî ne tenê parastî bin, belku tevahiya mafên jiyan û xwe pêgehandinê yên wanjî parastî bin, lazime jin jî weke her takeke civakê xudan mafê jiyaneke tendirost di nava civakeke tendirost de bin.
Top