• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê gehişte Silêmanîyê û li gel alîyên sîyasî dicive

Gulan Media November 26, 2019 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê gehişte Silêmanîyê û li gel alîyên sîyasî dicive
Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê bi yawerî ya Mistefa Seyîd Qadir û Ceifer Şêx Mistefa cêgirên serokê Herêmê gehiştin Silêmanîyê û di evê seredanê de bo bajêrê Silêmanîyê li gel çend alîyên sîyasî dicivin.

Nûçegehanê Kurdistan24 li Silêmanîyê ragehandibû, ku Biryare evro demjmêr 11:00 berî nîvro Nêçîrvan Barzanî û herdû cêgirên wî bigehin bajarê Silêmanîyê û di yekem wêstgeha xwe de, seredana baregeha Bizava Gorranê dikin û li gel rêkxerê û serkirdeyên wê hizbê dicivin û dûv re li gel Kosret Resûl, cêgirê sekiretêrê giştîyê Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê û hejmareke endamên mekteba sîyasî ya wê hizbê dicivin.

Li gor zanyarîyên nûçegehanê me, ecinda ya sereke ji seredana desteya serokatîya Herêmê bo Silêmanîyê û civîna wan li gel alîyên sîyasî bo yekrêzî û yek helwêstî ya alîyên sîyasî yên Kurdistanê ye di navxwe de û li beranber pêşhatên Îraq û deverê.

K24
Top