• Wednesday, 11 February 2026
logo

Hewlêr û Bexdayê li ser çi rêkeftin?

Gulan Media November 26, 2019 Nûçe
Hewlêr û Bexdayê li ser çi rêkeftin?
Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bûdceyê li hev kirin. Rêkeftina destpêkê ya navbera Hewlêr û Bexdayê li ser mijara petrol û pişka Herêma Kurdistanê di bûdceyê de û amadekirina bûdceya sala 2020ê hate kirin.

Biryar e destpêka hefetya bê ji bo îmzekirina rêkeftina dawiyê, cardin şanda Herêma Kurdistanê biçe Bexdayê.

Roja Duşemê şanda Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kir û li gel Komîteya Aboriyê ya Civata Wezîran a Iraqê civiya, piştî civînê wezîrê pilandanînê yê Iraqê Nûrî Dilêmî ragihand, rêkeftina li gel Herêma Kurdistanê hatiye kirin û ji destpêka sala 2020ê wê bikeve warê bicîkirinê.

Li gor rêkeftinê, Herêma Kurdistanê dê rojane 250.000 bermîlên petrolê radestî SOMO bike û Bexda jî dê mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bi temamî bişîne.

Herwiha biryar e Herêma Kurdistanê di danîna budceyê de beşdar bibe.

Herêma Kurdistanê di danûstandinên bi Bexdayê re çend daxwaz hene, ku bi vî awayî ne: Pişka %17 ji bûdceyê, Bexda xerciya 250.000 bermîlê bide, Bexda mûçeyên şehîdan, Enfalkirî û girtiyên siyasî bide, herwiha Wezareta Berevaniyê bûdce û mûçeya Wezareta Pêşmerge bide

Li hermber Bexdayê jî hin daxwaz ji Herêma Kurdistanê hene, ku bi vî awayî ne:

Radestkirina 250.000 bermîlên rojane, Hewlêr bi xwe xerciya 250.000 bermîlên petrolê bide,Dahatên Federalî, Gumirk, bac û hejmara fermanberan û herwiha xerciyên giştî.

Rudaw
Top