• Wednesday, 11 February 2026
logo

HSD: êrîş li ber çavên Rûsyeyê tên kirin

Gulan Media November 25, 2019 Nûçe
HSD: êrîş li ber çavên Rûsyeyê tên kirin
dibêje Rûsye garantorê agirbestê ye lê bêdenge
HSD derbarê êrîşên artêşa Tirkiye û cîhadiyan bo ser Eyn Îsayê daxuyaniyek belav kir.

HSD di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku ev çend roja artêşa Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê bi her awayî êrîşî ser Eyn Îsayê dikin û çekên curbicur jî bikar tînin.

HSDê di daxuyaniya xwe de behsa vê yekê kiriye ku êrîş li ber çavên Rûsyeyê ku li gel Tirkiyeyê rêkeftin îmze kiriye û garantorê agirbestê ye pêk tên û ev yek jî me li hember siyasetên Rûsyeyê dixe nava goman û fikaran.

HSD di berdewamiya daxuyaniya xwe de tekez li ser vê yekê kiriye ku êrîş hîn jî didomin û niha artêşa Tirkiye û cîhadî hijmareke zêde hêz, tank û yekîneyên topxane li derdorê Eyn Îsayê kom kirine û dixwazên êrîşên xwe berfiretir bikin.
Top