• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokwezîrê Kurdistanê li gel şandeke Amerîkî civiya

Gulan Media November 25, 2019 Nûçe
Serokwezîrê Kurdistanê li gel şandeke Amerîkî civiya
Amerîka piştîvaniya diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê dike


Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Amerîkî kir li ser pêgeha xwe ya taybetî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;

Îro yekşem 24ê Mijdara 2019an me pêşwaziya Şêwirmendê Serkirdeyê Komariyan di civata Senatoya Amerîkayê de Robert Kerîm kir û pêşhat û guhertinên dawî yên Îraq û deverê nirxandin.

Robert Kerîm piştîvaniya xwe ya bo prosesa giftûgoya navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta fedralî diyar kir û ev yek tekez kir ku Amerîka herêma Kurdistanê weke hevpeymaneke xwe ya giring li deverê de dibîne.

K24
Top