Nêçîrvan Barzanî û şandeke Amerîkayê civîyan
Li civîna li gel birêz Robert Karem Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya li Senatoya Amerîka û şanda pêre, îro yekşem 24/11/2019 li Hewlêr, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê tekez li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze hemû kêşeyên xwe yên li gel Hikûmeta Iraqa Federal li rêya diyalogê û hevdû têgihiştina li ser bingeha destûra Iraqê çareser bike.
Li civînê de ku birêz Balyozê Amerîka li Iraqê amade bû, her dû alî pêşhatên dawî yên li Iraq û navçeyê û çawayiya muamelekirina li gel pêşhatên wê guftûgo kirin û tekez li ser pêwîstiya Iraqê bi aramiya siyasî û emnî û têgihiştina dirust ya ji daxwazên rewayên xwepêşanderan û xwe dûr girtina ji tundutîjiyê kir.
Rewş û pêşhatên navçeyê bi giştî û metirsiya serhildana terorê û çawayiya rûbirûbûna wê, rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê, her wiha çend pirsekî dinên ku ji bo her du aliyan girîngbûn, mijarên dinê vê civînê bûn.
Waar.tv
