• Wednesday, 11 February 2026
logo

DIŞI êrîşî ser artêşa Îraqê kir

Gulan Media November 25, 2019 Nûçe
DIŞI êrîşî ser artêşa Îraqê kir
4 endamên artêşa Îraqê hatine kuştin
Çavkaniyek ji artêşa Îraqê ji çapemeniyê re diyar kiriye ku şeva derbasbûyî li gundê Îslah ya ser bi navçeya Gelale terorîstên DIŞIê êrîşî ser artêşa Îraqê kirine.

Çavkanî eşkere kiriye ku di encama êrîşa han de Efserek, sê leşker û welatiyek sivîl hatine kuştin û Efsereke din û du leşkerên din jî birîndar bûne.

Hate zanîn ku şêniyên gundê bi hawara artêşa Îraqê ve çûne û piştî êrîşî jî terorîstên DIŞIê ji deverê reviyane.

Top