Rûsiya bi Tirkiya re gotûbêjan dike daku çekdarên dûvelankên wê ji dû gundên Eyîn Îsa vekişin
Riwangeha Sûriya ya Mamên Mirov belav kirîye, ku danûstandin di navbera Tirkiya û Rûsiyayê de dihên encamdan bo vekişandina çekdarên dûvelankên wê ji herdû gundên Mûeleq û Seyda ku dûhî sipêdê ji alîyê komên çekdarên ser bi wê ve hatibûn dagîrkirin.
Li gor Riwangehê, hêj şer berdewame di navera Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) li derdora wan dû gundan berdewam e.
Duhî çekdarên ser bi Tirkiyayê ve dest bi hêrişê kiribûn bo ser Eyîn Îsa û li gor Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov, di encama wan şeran de 13 çekdarên dûvelabêkên Tirkiyayê hatîne kuûtin û 6 şervanên HSDyê jî canê xwe ji dest dane.
K24
